Jiyan

Ziyaretvan li ser Gola Çildirê ya cemidî li xizangê siwar bûn û masî girtin

Li Erdexanê di çarçoveya "Xelatên 2021ê ya Bajarên Tirkiyeyê" da li ser Gola Çildirê ya rûyê wê 40 santêm qeşa girtiye çalakî hat lidarxistin, turîstên xwecî û biyanî eleqe nîşanî çalakiyê dan.

Haydar Şahin  | 24.02.2021 - Rojanekırın : 04.03.2021
Ziyaretvan li ser Gola Çildirê ya cemidî li xizangê siwar bûn û masî girtin

Ardahan

Li Erdexanê di çarçoveya "Xelatên 2021ê ya Bajarên Tirkiyeyê" da li ser Gola Çildirê ya rûyê wê 40 santêm qeşa girtiye çalakî hat lidarxistin, turîstên xwecî û biyanî eleqe nîşanî çalakiyê dan.

Ziyaretvanan pêşiyê "bajarê qeşayê" yê li navenda Çildirê hatibû çêkirin ziyaret kir. Alper Taşê Qaymeqamê Çildirê der barê bajarê qeşayê da agahî da mêvanan.

Di çalakiya li ser gola cemidî hat lidarxistin da Huseyîn Onerê Waliyê Erdexanê û mevan li xizanga hespan siwar bûn, tora masiyên bi rêgeza eskîmoyan tên girtin ji golê derxistin. Di çalakiyê da dîmenên xweşik derketin holê, govend hat girtin û bestenî îkramî mêvanan kirin.

Onerê Walî di axaftina xwe da diyar kir ku Erdexan bi dîrok, erdnîgarî û civata xwe va ciyekî girîng e.

Oner got armanca wan ew e ku bi çalakiyan Erdexanê û herêmê bidin nasîn û wiha pê da çû: "Me ciyên girîng ên li herêma xwe bi mêvanên ji bo Xelatên 2021ê ya Bajarên Tirkiyeyê hatin dan nasîn û gelekî baş bû. Bi taybetî bi çalakiya li ser Gola Çildirê kêfxweşiyeke cuda derkete holê. Mêvanên me ji ber siwarbûna li xizanga hespan û girtinamasiyan gelekî kêfxweş bûn."

Oner destnîşan kir ku piştî çalakiyan ew ê xelatan belav bikin, ji kesên keda wan tevlî vî karî bûn ra jî sipas kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın