Zeyrekê Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê yê ceyranê kişand, rakirin nexweşxaneyê

Manisa
Ferdî Zeyrekê Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê yê li mala xwe ceyranê kişand, rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiyê, Zeyrekê 48 salî li mala xwe ya li Taxa Keçilikoyê dema xwest erizeya makîneya hewzê hewşê kontrol bike, ceyranê ew kişand.
Li ser îxbara eqrebayên wî, ekîbên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin verêkirin.
Piştî midaxeleya ewil a li cihê bûyerê, Zeyrek bi destê ekîbên tenduristiyê bo Nexweşxaneya Hafsa Sultan a Zanîngeha Manîsa Celal Bayarê hat veguhestin.
Ozgur Ozelê Serokê Giştî yê CHPyê çû nexweşxaneyê û der heqê tenduristiya Zeyrek da agahî sitand.
Ozel bi dû ra daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku bûyer di derdora saet 23.35an da di dema midaxeleya erizeya motora hewzê da çêbû.
Ozel diyar kir ku malbata Zeyrek piştî dengê bihîstine, şaltera ceyranê berjêr kirine û li 112ê geriyane û wiha dewam kir:
"Ambulans di nava 5-6 deqîqeyan da hatiye. Ji dilê wî yê sekinî ra masaj kirine. Em hêvî dikin bi masaja dilî û hilmijîna sûnî va oksîjen çûbe mêjiyê wî. Piştî 70 deqîqeyan çend caran nebza wî hat, dilê wî lê da. Niha dilê wî lê dide. Heviya me hemûyan, pêkhatina mûcizeyekê ye."
Mehmet Fatih Zerenê Midûrê Tenduristiyê yê Parêzgehê jî di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir ku nexweş niha di unîteya nexweşên giran da ye û wiha dewam kir, "Niha di unîteya nexweşên giran da tedawiya pêwîst dewam dike. Lêbelê rewşa wî ya krîtîk didome."
Zeren bal kişand ku Ferdî Zeyrek dema anîn nexweşxaneyê dilê wî sekinîbû û wiha got, "Nehiş gihîşt nexweşxaneyê. Niha tê razandin."