Jiyan

Zeviya Moriyan bermayiyên avahiya qamuyê ya 12 hezar salî hatin dîtin

Halil İbrahim Sincar  | 27.09.2022 - Rojanekırın : 29.09.2022
Zeviya Moriyan bermayiyên avahiya qamuyê ya 12 hezar salî hatin dîtin

Mardin

 Li Zeviya Moriyan ya li Taxa Ilisuyê ya Dergeçîta navçeya Mêrdînê bermayiyên avahiyê kamuyê ya 12 hezar salî hatin dîtin.

Zeviyê Sumer, Akad, Babil, Hîtît, Asur, Urartu, Roma, Abbasî, Selçukî û Osmanî jî di nav da ji 25 şaristaniyan ra mazûvanî kiriye.

Li vir di sala 2012yan da ji hêla Midûriya Muzeya Mêrdînê va xebatên kolandinê dest pê kir ku hê dewam dike.

Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ji bo ku zevî ji hêla turîzmê va bê bikaranîn bi navê "Projeya Verastkirina Hawirdor ya Cihûwarê Heyama Neolîtîkê ya Zeviya Moriyan" xebatan dimeşînin, li ser qadeke 4 donimî xebatên kolandinê temam bûn.

Ji bo xebatên kolandinê qasî 10 milyon lire wê bê xerckirin û piştî ku li ser qadeke 11 donimî xebatên kolandinê tevahî bên kirin ev der wê ji turîzmê ra bê vekirin.

- Ji ber ku gelek morî lê hatine dîtin ev der bi navê Zeviya Moriyan hatiye binavkirin

Ekîba ji 15 kesan pêk tê û serokê wan Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê Doç. Dr. Ergul Kodaş e di xebatên vê heyamê da bermayiyên avahiyê kamuyê ya 12 hezar salî ya ser hev hatiye çêkirin û ji 3 heyaman e dîtin.

Li qadê gelek morî, serê tîran, hestî û hin bermayîyên din hatin bidestxistin.

Doç. Dr. Ergul Kodaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji sala 2012yan vir va xebat tên kirin, ji sala 2020î vir va jî bi Biryarnameya Serokomariyê va xebatên kolandinê tên kirin û Saziya Dîroka Tirkan jî piştgiriyê dide van xebatan.

Kodaş daxuyand ku Zeviya Moriyan niştewarekî Dewra Neolîtîkê ye û ji ber ku gundiyan di vê zeviyê da gelek morî dîtine loma navê wê wisa ketiye lîteraturê û wiha dewam kir, "Hat tesbîtkirin ku Zeviya Moriyan beriya mîladê ji 13 hezarî heta dawiya 8 hezarî bê navber wekî niştewar hatiye xebitandin. Bermahiyên mîmarî, îskeletor, bermahiyên piçûk û gelek moriyên dewrên cuda hatin dîtin."

Kodaş destnîşan kir, ji aliyê rojhilata gir va ser qadeke nêzî 300 mêtreqareyî kolandin dewam dike.

Doç. Dr. Kodaş li ser bermahiyên "avahiya qamûyê" ya ku di kolandinê da derket, wiha got, "Avahiya ku 3 caran li ser hev hatiye avakirin beriya mîladê di sala 10 hezarî da hatiye çêkirin. Me qismekî girîng ê avahiyê derxist holê. Gelek kes û grûban ev der xebitandiye û avahiyên gelek mezin in."

Kodaş daxuyand ku avahî hem ji aliyê mîmariya xwe û hem ji aliyê çêkirina xwe ya hundir va ji malan cudatir hatiye çêkirin.

Kodaş got ku meriv çi qas dikole, ferq dike ku di binê avahiyê da xîmên cuda hene û di du dewrên cuda da hatiye çêkirin.

"Avahiyên ku berên wan û taybetiyên wan dişibin hev, li heman qadê li ser hev hatine avakirin. Hemû dewr beriya mîladê sala 10 hezarî ye. Piştî ku yek hatiye terikandin, ser hatiye tijekirin, paşê li ser yeka nû hatiye avakirin.

Kodaş bal kişand ser wê girîngiyê ku bi projeya DÎKA û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê va ji bo turîzmê sûd dê ji qadê were wergirtin û wiha dewam kir, "Bi projeya hat amadekirin va mala pêşwazîkirinê dê were çêkirin. Di rojên pêş da her wisa hem piştgiriya kolanên zanistî dê bê kirin û hem jî danasîna herêmê û veguhestina mîrata çandî dê pêk were."

Halit Demirbagê şêniyê gundê Ilisuyê yê beşdarê xebatên kolanê, diyar kir ku ji sala 2017an vir va ew havînan bi navber beşdariya xebatên kolanê dike.

Demirbag bal kişand, ew kêfxweş e ku berateyên nû hatin dîtin û turîzm dê ji qadê were mefadarkirin.

- Perestgehên berê hatibûn dîtin

Li Zeviya Bi Morî ya bi qasî 2,5 hektarî heta niha gelek berateyên heya serdema Qonaxa B ya Serdema Neolîtîk hatibûn dîtin.

Di kolanan da heta niha berateyên mîmarî, mal, avahiyên taybet, avahiyên qamûyê, îskeletên 130 kesan ên di merzelan da, zêdeyî 100 hezarî morî û perestgeha ku li gorî nêrînê, dîroka wê 11 hezar û 300 sal vedigere berê ku ew jî Serdema Neolîtîk e, hatibûn dîtin.

Her wisa hatibû ragihandin, perestgeha ku li Zeviya Bi Morî herî dawî hatibû dîtin jî tê texmînkirin dîroka wê 12 hezar sal e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.