Zarokên koçeran ên li zozanên Agiriyê dijîn bi diyariyên Hîva Sor va kêfxweş bûn
Neslîhan Taşdemira Nûnera Agiriyê ya Dildarên Jin ên Hîva Sor a Tirkan: "Me ji zarokên xwe ra pêlîstok û kincên eydaniyê anî. Jiyana li zozanan pir zehmet e."
Ağrı
Li Agiriyê dildarên Hîva Sor a Tirkan kinc û pêlîstok diyariyê zarokên malbetên koçer ên li zozanê Aladaxê dijîn, kirin.
Dildarên Hîva Sor a Tirkan wek beriya Eyda Remezanê niha jî beriya Eyda Qurbanê gund û zozanan digerin û diyariyan didin zarokan.
Dildarên ku hatin bal hev piştî rêwitiyeke bi zehmet gihîştin zozanê Aladaxê ya ku bilindahiya wê 3 hezar û 510 mêtro ye.
Li wir bi malbat û zarokan ra sohbet kirin, porê zarokan bi berber dane kurkirin, bi wan ra leyîstin, kinc, pêlîstok, kek, çîkolata û ava fêkiyan bi zarokan belav kirin û paşê jî alîkariya jinan kirin û pez dotin.
- "Di şert û mercên zehmet da dijîn"
Neslîhan Taşdemira Nûnera Agiriyê ya Dildarên Jin ên Hîva Sor a Tirkan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wek her car di vê eydê da jî ew zarokan kêfxweş dikin.
Taşdemirê got berê ew diçûn gundan, lê cara ewil e ew tên zozanekê û wiha axivî: "Me ji zarokên xwe ra pêlîstok û kincên eydaniyê anî. Jiyana li zozanan pir zehmet e. Ji bo ku em van zarokên di şert û mercên zehmet da dijîn kêfxweş bikin me xebateke wiha kir. Zarokan bi xwîşkên xwe yên dildar ra leyîst. Zarok û dayikên wan di nav şertên zehmet da 2 mehan dijîn. Em ê di eydê da kincan bidin 1000 zarokên êtîm û sêwî û yên li gund û zozanan dijîn."
Taşdemirê anî ziman ew ê sala bê jî herin zozanan bi zarokan ra bên bal hevdu û ji bilî vê jî ew ê ji bo dayikan jî hin xebatan bikin.