Serdar Adıyaman
07 Adar 2025•Rojanekirin: 18 Adar 2025
Li Xelata navçeya Bedlîsê zarok li ser Gola Nazikê ya qeşagirtî dilîzin.
Gola ku di navbera sînorên beldeya Ovakişlayê û gundên Nazik, Golgoren, Dîlburnu û Kirikkayayê da ye, ji ber serma û seqemê cemed girtiye.
Zarokên ji gundên li derdorê li ser Gola Nazikê ya qeşagirtî ji xwe ra dilîzin.
Dîmenê zarokên li ser cemeda golê lîstin bi dronê hat kişandin.