Jiyan

Zarokên Qersê bi bîdonan va xwe dişiqitînin

Li Qersê zarokên bi bîdonan va xwe dişiqitînin dîmênên xwe derxistin holê

Türkan Tosun  | 16.01.2020 - Rojanekırın : 20.01.2020
Zarokên Qersê bi bîdonan va xwe dişiqitînin

Kars

Li Qersê piştî berf barî kuçe û kolanan cemed girt, zarokên bajêr jî bi bîdonan va xizang çêkirin û xwe şiqitandin.

Li taxa Kaleîçiyê zarok xizangên xwe yên bi bîdonan va çêkirin sîwar dibin û kêfa xweşiqitandinê dikin.

Zarok guh nadin sir û sermayê û têra dilê xwe dilîzin.

Kadîr Gulê bi hevalên xwe va xwe dişiqitîne got ew tên bal hevdu û bi hev ra xwe dişiqitînin.

- "Em kêfa berfê derdixin û pir şa dibin."

Gul wiha got: "Hewa pir sar e, lê ne xema me ye. Em diçin derva, xwe dişiqitînin û pêşbirkê dikin. Em bi xizangên xwe va ji berpalê xwe dadixin jêrê û bi hev ra kêf dikin. Hewa sar e, lê em bi lîstikê va germ dibin. Piştî xweşiqitandinê em bi gogên berfê va dilîzin, carînan jî em berfemêrê çêdikin. Em kêfa berfê derdixin û pir şa dibin."

- "Em dicivin û diçin xwe dişiqitînin"

Yagiz Koç jî got piştî ew spartekên xwe yên dibistanê diqedîne, diçe cem hevalên xwe û wiha dewam kir: "Dema ez ji dibistanê têm, xwarina xwe duxwim, spartekên xwe çêdikim û paşê diçim cem hevalên xwe. Em dicivin û diçin xwe dişiqitînin. Em dema xwe pir xweş derbas dikin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın