Jiyan

Zarokên koçeran li zozanan bişkuriya dê û bavên xwe dikin

Sayim Harmancı  | 21.07.2025 - Rojanekırın : 23.07.2025
Zarokên koçeran li zozanan bişkuriya dê û bavên xwe dikin

Hakkari

SAYÎM HARMANCI - Zarokên koçeran ji çêrandina heywanan bigire heta kişandina avê li zozanan bişkuriya dê û bavên xwe dikin û barê wan sivik dikin.

Malbatên ku ji Batmanê hatin zozanên Geliyê Cinet Cehnemê yê li Hekariyê, zarokên xwe jî bi xwe ra anîn.

Zozanên Hekariyê ku bi ava xwe ya cemidî, hewaya xwe ya hênik û çêreya xwe ya bibereket va dertê pêş, havînan mazûvaniya malbatên koçer û heywanên wan dikin.

Koçerên ku ji Batmanê bi birên pezê xwe va hatin Uludoruk û zozanên Geliyê Cinet û Cehnemê, ji xwe ra kon vegirtin û wê heta 4 mehan li van deran bijîn.

Zarokên koçeran jî ji derfetên jiyana civakî dûr dikevin, di nava siruştê da dijîn û di vê pêvajoyê da alîkarên herî mezin ên malbatan zarokên wan in.

Zarok piştî ku karnameyên xwe yên dibistanê distînin, tên cem malbatên xwe û ji çêrandina berxan bigire heta ji bo şîrdotinê girtina serê mihan, ji kar û barên malê bigire heta kişandina avê dest davêjin gelek kar û baran û bişkuriya dê û bavên xwe dikin.

Zarok di ber ra lîstikên curbecur jî dileyîzin û ji kêf û şahiya xwe jî namînin.

Ji koçeran Tayyîp Yalçin ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir, piştî ku betlaneya dibistanan dest pê kir, zarok hatin cem wan.

Fatma Yalçina neviya Tayyîp Yalçin xwendekara pola 6emîn e. Fatma Yalçinê jî got ku ew piştî tetîla dibistanê hat zozanê.

Yalçinê daxuyand ku ew bi malbata xwe ra li zozanê dimîne û wiha got, "Kalikê min, apê min û bavê min li vê derê ne. Em bi wan ra tên vê derê. Em li ber mihên nexweş dimînin. Wan diçêrînin. Li vê derê em li ber destê dê û bavê xwe dixebitin. Em hînî zozanê bûn. Wext xweş derbas dibe. Em bi gelemperî berx û pez xwedî dikin. Piranî bavê min û kekê min vî karî dikin. Ez jî alîkariya xwişka xwe ya mezin dikim. Jiyana me bi vî rengî derbas dibe. Em ê hefteyek beriya vebûna dibistanan ji vir herin û seba dibistanê amadehiyan bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.