Jiyan

Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê ji bo soberên kêmendam li navenda kaşûnê çalakiyeke moralê li dar xist

Abdullah Söylemez  | 13.02.2026 - Rojanekırın : 13.02.2026
Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê ji bo soberên kêmendam li navenda kaşûnê çalakiyeke moralê li dar xist Abdullah Söylemez

Ağrı

 Li Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê (AÎÇU) ji bo zarokên ku di soberiyê da astengiyên xwe derbas kirin û serkeftin bi dest anîn, li Navenda Kaşûnê ya Kupqiranê çalakiyeke moral hat lidarxistin.

Zarokên di bin banê Kulûba Tenduristî Çand û Werzişê ya AÎÇUyê da li Hawizê Soberiyê yê Nîvolîmpîk yê li komelgeha zanîngehê da perwerdeyê dibînin.

Li Navenda Kaşûnê ya Kupqiranê ji bo zarokên ku heta niha di gelek pêşbirkên neteweyî da madalyon bi dest xistine bernameyek hat lidarxistin.

Zarok digel malbatên xwe, di bin hemahengiya Doç. Dr. Baykal Karataş da li xizankan siwar bûn.

Rektor Prof. Dr. Îlhamî Gulçin jî bi zarokan ra civiya û bi wan ra sohbet kir.

Gulçin ji nûçegihanê AAyê ra got ku zarok di soberiyê da pir serkeftî ne.

Gulçîn destnîşan kir ku ji bo çêkirina hişyariyê ewê çalakiyên curbicur li dar bixin û got, "20 xwendekar beşdarî vê çalakiyê dibin. Ew xwendekarên ku bi jiyanê va girêdayî ne û bi rastî jî bi werzişê ve mijûl in. Îro wan li vir ji kaşûnê kêf girt. Hêvîdar im heke şert û mercên zivistanê destûrê bidin, em planê dikin ku vê yekê bikin kevneşopiyek û di siberojê da çalakiyeke berfirehtir organîze bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.