Zahit Munganê bafirokçêkerê Mêrdînî dê beşdarî festîvala li Qeterê bibe
Mardin
Zahit Munganê bafirokçêkerê Mêrdînî dê beşdarî festîvala bafirokan a li Qeterê bibe.
Munganê 34 salî yê ku hez û huba xwe ya bafirokan a ji zaroktiyê veguherand hunerê, bi festîvalên ku li 38 welatan beşdar bû va çanda dewlemend a Mêrdînê bi dinyayê dide nasandin.
Mungan dê beşdarî 4emîn Festîvala Bafirokan a Navneteweyî ya Qeterê bibe ku dê di 14-24ê Rêbendanê da bê lidarxistin.
Zahit Munganê ku ji zaroktiya xwe û vir va bi hunera bafirokan ra eleqedar e, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ew di bafirokên xwe da bêtir cih dide nirx, obje û çîrokên çandî.
Mungan bal kişand ku ew li ser navê Tirkiyeyê ji bo festîvala navborî hat vexwendin û wî amadekariyên xwe yên ji bo festîvalê kuta kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
