Yusufê biçûk heke neyê emeliyatkirin wê kor bibe
Vefa Ramûd a 6 sal berê ji ber bombebarandina rejima Beşşar Esed reviya û xwe spart kampên ser xeta sînorê Tirkiyeyê bo sebiyê xwe yê meh û nîveke hatiye dinyê û di çavê wî yê çepê da guloka xwînê heye alîkarî dixwaze.

İdlib
Vefa Rammûd a ji Sûriyeyê tevlî mêrê xwe yê astengdar, zarokên xwe û sebiyê xwe yê meh û nîveke hatiye dinyê û navê Yûsif lê daniye di kampa Ensarê ya nêzî sînorê Tirkiyeyê da bi gelek zor û zehmetiyan heyata xwe didomîne.
Ramûdê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema ew bi Yûsif nexweş bû doxtoran jê ra gotin ku di mêjiyê sebiyê da tûmor heye.
Di axaftina xwe da Rammûdê destnîşan kir ku piştî Xwedê dayînê Yûsif rakirin nexweşxaneyê û wiha domand: "Piştî çend saetan sebiyê min anîn. Doxtoran di çavê wî yê çepê da guloka xwînê teşhîs kirin. Çareya vê jî emeliyate."
- "Tedawiya Yûsif bi emeliyatên ku li Tirkiyeyê bê kirin, mimkûn e"
Rammûdê destnîşan kir ku mêrê wê ji ber êrîşên rejima Esed seqet bû û 6 sal berê ji Hamayê hatin Îdlibê û wiha dewam kir: "Ji hêla aboriyê va rewşa min qet baş nîne. Tedawiya Yûsif jî bi emeliyata ku li Tirkiyeyê bê kirin, mimkûn e. Kîjan dayîk dixwaze ku bila ewladê wê bi vî awayî binele. Heke derfetên min hebûna minê kurê xwe bida emeliyatkirin. Konên em tê da dimînin pir germ in. Seranserê rojê mêş li dora çavê wî datînin û ez li ber serî berî mêşa didim. Tirkiyeyê ji bo welatiyekî xwe yê ku nexweşiya vîrusa koronayê ya nû pê geriyabû balafir şand Swîsreyê. Welatiyên wî bi qedr û qiymet in. Bila sebiyê min jî wek welatî bihesibînin û tedawî bikin. Ez bêçareme çiqas dereng bikeve ewqas ber bi korbûnê va diçe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.