Jinên ku li navçeya Geverê li ber derê şaredariyê kom bûn, ji bo avên xwe yên ku naherikin xwepêşandan li dar xistin.
Jin bi bîdonên vala yên di destê xwe de re heta ber derê şaredariyê meşiyan û gotin ku rayedar ev çendî sal in soz didin lê hê jî nikarin vê pirsgirêka avê çareser bikin.
Jinan bîdonên xwe yên vala rakirin hewayê û hewl dan ku dengê wan bê bihîstin. Şaredar Rûken Yetîşkînê bi jinan re hevdîtin kir.
Jinan pirsgirêka xwe ya avê ragihandin Şaredar Yetîşkînê.
Ji jinan Beyhan Borê got ku her roj ji ciheke cuda bi bîdonan avê dikşînin mala xwe û wiha axivî: "Zarokên me hemûyan hene. Ev serên xwe dişon. Em cilên wan dişûn. Ma Xwedê qebûl dike? Me got ku 'Şaredara me jî jin e, herî baş ew ji halê me fehm dike'. Şaredar par got ku dê bi sondajê av bidir taxê lê hêj nehat girêdan. Heta ku pirsgirêka avê neyê çareserkirin em dê her roj bên ber derê şaredariyê û xwepêşandana rûniştinê bikin."
Şaredar Rûken Yetîşkînê jî got ku ev pirsgirêk çendî sal in ku li navçeyê berdewam dike û diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê xebatan dikin.
Yetîşkîn wiha axivî:
"Em der barê pirsgirêka avê de xebatan dikin. Em ê di encama xebatên xwe de ava li Zozana Orşeyê bînin navçeyê. Me piraniya gundiyan razî kir lê hin malbat pêşniyaza me qebûl nakin. Ez ji vir jî bangî wan dikim. Rewşa gelê Geverê dibînin. Gever bê av e. Bila ji wir av bidin me ku em jî avê bînin. Ji kerema xwe bila ava ku di çêkirina înşeatan de û xortumên qaçax ên li baxçeyan de bên girtin ku av biçe mala mirovan. Çêkirina înşeatê bi me re eleqedar nîne. Kesê ku înşeatê çêdike nikare bi ava şaredariyê çêbike."
Şaredar Yetîşkînê soz da ku dê pirsgirêka avê çareser bikin û li ser vê yekê jinan xwepêşandana xwe qedandin.