Bi destê Komeleya Îstihdam û Hilberandina Alternatîf projeya bi navê "Selika Zevzeyan" tê meşandin. Di çarçoveya projeyê da ji bo malbatên ku dixwazin vegerin warê xwe û yên ku rêncberiyê dikin, derfet tên çêkirin da ku zevze, fêkî û tiştên ku çêdikin li bajêr bifiroşin.
Di çarçoveya projeyê da 6 malbat vegeriyan gundê xwe, li 14 gundî jî 156 malbatên rêncber û li bajêr jî 122 malbatên ku dixwazin tiştên sirûştî bikirin gihêştin hev.
- "Heger şert û merc çêbe wê vegera gund zêde bibe"
Seroka komeleyê Gulbahar Ormekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Bi Pêvajoya Çareseriyê ra vegera gundan dest pê kir û me jî ev proje çêkir."
Ormekê diyar kir ku malbatên ku koçî bajêr kirin di nav şert û mercên dijwar da dijîn û got divê derfet û îmkan çêbin da ku milet vegere gundê xwe.
Ormekê diyar kir ku di çarçoveya projeyê da li 14 gundî malbatên ku ji bo rêncberiyê diçin derveyî bajêr hatin tesbitkirin û bi malbatên ku li bajêr dijîn û dixwazin tiştên sirûştî bikirin ra hev nas kirin û wiha got: "Bi projeyê 6 malbatên ku vegeriyan gundê xwe û li 14 gundî jî 156 malbatên ku rêncberiyê dikin ji koçê xilas bûn. Firingî, xiyar, îsot û zevzeyên cur bi cur ku li gundan tên ajotin wê bikin selikan û teslimî malbatên ku dixwazin bikin. Bi projeyê gundî vedigerin ser karê xwe yê eslî ku hilberînê dikin. Heger endam çiqas zêde bin wê hejmara malbatên ku vedigerin gundan zêde bibe."
Cevher Mutluyê ku li gundê Karabaşa Diyarbekirê dimîne destnîşan kir ku di salên 1990î da gundê xwe terikandin û got ku li Diyarbekirê ji bo debarê di karê înşeat û hemaliyê da xebitîm.
Mutlu diyar kir ku bi Pêvajoya Çareseriyê ra vegeriya gund û wiha got: "Komele bi me ra ket têkiliyê û me li qadeke 10 donimî dest bi xebatan kir. Em 7 malbat ji vê zeviyê derbara xwe dikin. Bira her kes wekî me vegere ser axa xwe."