Jiyan

Xwendekaran mamosteyên xwe li Diyarbekirê gerandin

Li Diyarbekirê bi projeya rayedarên Lîseya Îmam Xetibê ya Qîzan a Kayapinarê hat amadekirin va xwendekaran bi mamosteyên ji ciyên cuda yên Tirkiyeyê hatine bajar dan nasîn

Haydar Şahin  | 25.06.2019 - Rojanekırın : 27.06.2019
Xwendekaran mamosteyên xwe li Diyarbekirê gerandin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê bi projeya rayedarên Lîseya Îmam Xetibê ya Qîzan a Kayapinarê hat amadekirin va xwendekaran bi mamosteyên ji ciyên cuda yên Tirkiyeyê hatine bajar dan nasîn.

Di çarçoveya "Projeya Li Muzeyê Hîn Bibin" a Wezareta Perwerdeya Neteweyî da ji bo dîroka bajêr bi navbeynkariya xwendekar û mamosteyan hîn bibin "Projeya Ewliya Çelebiyên Îro" hat amadekirin.

Bi projeya rayedarên Lîseya Îmam Xetibê ya Qîzan a Kayapinarê hat amadekirin va xwendekaran li ser Mizgefta Behram Paşa, Dêra Meyrem Ana, Qonaxa Cemîl Paşa, Muzeya Cahît Sitki Taranci, Mizgefta Mezin, Xana Hesen Paşa, Mala Dengbêjan, Muzeya arkeolojiyê ya Diyarbekirê, Minareya Çarpê û mekanên dîrokî lêkolîn kirin.

Bi tememkirina lêkolîn û xebatan, xwendekaran mamosteyên teze tayînî bajêr bûne li mekanên dîrokî gerandin û agahî dan wan.

Ferda Salika Kordînatora Projeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dixwazin bi projeyê dîroka Diyarbekirê bidin nasîn.

Salikê gor armanca wan ew e ku di xwendekaran da hişmendiya dîrokê çêbikin, xwendekarên rêberî kirin li ser dîrokê lêkolîn kirin û bi agahiyên hîn bûn va mamoste gerandin.

Salikê bal kişand ser potansiyela dîrokî ya Diyarbekirê û wiha axivî: "Ev dera ciyekî eceb e. Dibe ku gelê Diyarbekirê jî vê derê tam nizanibe. Xwendekarên me lêkolîn kirin. Esnafan jî alîkarî dan wan."

Salikê got bajar ciyekî ku di rojekê da bigerin û bibînin nîne, ji bo vê xweşikahiyê bibînin bangî herkesî dikin ku bira werin bajêr.

- "Bi saya projeyê em mekanên dîrokî hîn bûn"

Emîne Enguleça mamosteya erdnîgariyê ya Lîseya Îmam Xetibê ya Qîzan a Kayapinarê ya ji Qeyseriyê tayînî bajêr bû got bi saya projeyê agahiyên mekanên dîrokî bi hûrgilî hîn bûn.

Enguleçê got bi projeyê ne bi tenê dîroka heyama Îslamê, dîroka heyamên beriya Îslamê jî hîn bûn, ji ber ku ev der dîtin û geriyan gelekî kêfxweş bûn.

Fatma Nur Betul Çelena xwendekar a ji mamosteyan ra rêberî kir destnîşan kir ku ew ê Minareya Çarpê bide nasîn, agahiyên hetanî nika ji pirtûkan xwendin êdî hînî kesên din dikin.

Çelenê wiha got: "Proje gelekî kêrî me hat. Min zehf lêkolîn kir, û agahî berhev kirin. Meneya her kevirekî cuda ye. Bi lêkolînê hîn bûm."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın