Xwendekarên ku ji ber berf û bagerê li ser rêya gundekî Sêrtê asê mabûn, hatin xilaskirin
Siirt
Xwendekarên ku ji ber berf û bagerê li ser rêya gundekî Şêrwana navçeya Sêrtê asê mabûn, hatin xilaskirin.
Minîbusa bi plaqeya 21 LC 822 ya ku xwendekar lê siwar bibûn, ji ber berf û bagerê li ser rêya di navbera gundên Elmadali û Yamaçliyê yên navçeyê da asê ma, ji ber vê yekê ji rayedaran alîkarî hat xwestin.
Piştî agahdariyê tîmên Rêveberiya Taybet ya Sêrtê şandin herêmê.
Tîman rê paqij kir û minîbusa asêmayî birin devereke ewle.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
