14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 15 Mijdar 2016
GAZÎANTEP
Malbatên sûrî yên ku ji şerê navxweyî yê li welatê xwe reviyane, niha li Cerablusa li ser sînorê Tirkiyê ya ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da ji rêxistinên terorê hat paqijkirin, kon vegirtin û tê da jiyana xwe didomînin.
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê ya ku li bakurê Sûriyê bi destê Hêza Peywira Taybet a Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û Hêzên Asîmanî yên Hevpeymanê va bi armanca jinavbirina tehdîdên terorê hatibû destpêkirin berdewam e. Di vê çarçoveyê da deverên li ser sînor ji rêxistina terorê DEAŞê hatin paqijkirin. Ev ciyên paqijkirî ji malbatên sûrî yên ku ji ber şer terkediyar bûne, bûne stareke ewle.
- "Sînorê Tirkiyê ewletir e"
Gelek malbatên ku ji pevçûnên li Heleb, Hema û Reqayê revîn, ji ber ku ewletir e, hatin Cerablusê û li vir nêzîkî sînor kon vegirtin û tê da jiyana xwe didomînin.
Qedera 200 malbatên ku li nêzîkî sînor kon vegirtin, çaverê ne konbajarê ku li Cerablusê tê çêkirin, temam be. Malbat hêvî dikin ku bi vî awayî zivistana xwe baş û di nava emniyetê da derbas bikin.
Ali Ahmed Mustafa ku ji herêma Şuyuha di kontrola PYDya baskê rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyê da revî û hat li ser sînor di konekê da bicih bû, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li gorî wan sînorê Tirkiyê ewletir e û ji ber hindê wî digel malbata xwe li ser sînor kon vegirt.
Mustafa got ku jiyan di çadirê da zehmet e, lê wekî din naçar in û wiha dewam kir: "Li vê derê 200 malbat dimînin, 300-400 çadir hene. Her malbatek 4-5 zarokên xwe hene. Gelek caran saziyên alîkariyê pêdiviyên me didin me. Piştgiriyê didin me, ji ber ku em di ewlehiyê da nin, şansê me heye. Em tên parastin. Xwedê ji Tirkiyê razî be. Hewa sar bû, zarok dicemidin, nexweş dikevin. Em dixwazin beriya ku zivistan were, ev pirsgirêkên me werin çareserkirin."
"Mustafa Sabîrî jî got ku ew mehek berê ji Helebê revî û hat herêmê û wiha dewam kir:
"Şikir ji Xwedê ra em li vê derê ewlehiyê da ne. Xwedê ji Tirkiyê razî be, ev der ji rêxistinên terorê paqij kir. Gelek caran pêdiviyên me tên peydakirin, lê gelek mirov hene û hemû jî di çadiran da dijîn. Hewa sar bû. Di çadirê da jiyan zehmet e."