Jiyan

Xwarina taybet a Cizîrê şimşîpe di kursa çêkirina xwarinê da tê hînkirin

Abidin Yel  | 19.07.2025 - Rojanekırın : 23.07.2025
Xwarina taybet a Cizîrê şimşîpe di kursa çêkirina xwarinê da tê hînkirin

Şırnak

 Beşdarên kursa aşpêjiyê li Cizîra navçeya Şirnexê fêrî çêkirina xwarina xwedî nîşana herêmê, şimşîpeya dolmeya Cizîrê dibin.

Li Navenda Piştgiriya Malbatê ya Yafesê ya Cizîrê pêşiyê xwarinên qeydkirî yên taybet yên herêmê bi beşdarên kursa "alîkariya aşpêjiyê" têne nasandin.

Li kursê ligel perwerdehiya teorîk ya pratîk jî tê dayîn. Bi taybetî li ser amadekirina xwarinên tescîlkirî tê sekinîn.

Yek ji van xwarinan şimşîpeya ku dolmeya Cizîrê ye ku di sala 2017an da ji hêla Saziya Patent û Nîşaneyên Bazirganî ya Tirkiyeyê va hate tomarkirin.

Kordînatora Navenda Piştgiriya Malbatê ya Yafesê Hayriye Gonul Yalazanê got ku ew di çarçoveya çalakiyên xwe yên ji bo perwerdekirin û entegrekirina jinan ya civakê da, her serdem qursên cuda vedikin.

Yalazanê diyar kir ku li kursê xwarina şimşîpeyê hatiye çêkirin û ev dolme ji bo jinan xwarineke pir girîng e.

Nurhuda Pamukçuyê jî diyar kir ku ew dixwazin vê tehma ku ji mezinên xwe hîn bûne dewrî nifşên pêşerojê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.