Jiyan

Xwêya li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê li ser rêyan tê werkirin ji Îdirê tê

Abdullah Tel  | 22.01.2021 - Rojanekırın : 29.01.2021
Xwêya li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê li ser rêyan tê werkirin ji Îdirê tê Bülent Mavzer - Anadolu Ajansı

Iğdır

 Li Tuzlucaya navçeya Îdirê xwêya ji 3 kanên xwê tên derxistin li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê rê vekirin di serî da di gelek qadan da tê bikaranîn û ji aliyekî va jî bi kêrî aboriya bajêr tê.

Li navçeya Tuzlucayê xwêya ji 3 kanên xwê tên derxistin him li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û him jî li Gurcistana welatê sînor ê cîran ji qada xebatên rê vekirinê bigir heta di pîşesazî û heywandariyê da tê bikaranîn.

Bi taybetî jî mehên zivistanê li kanên xwê jê tê derxitin kar û xebat zêde dibe û salane di navbera 200 û 300 hezar tonî da xwê tê derxistin. Rezervên kanên xwê yên li bajêr têrî piraniya hewcedariya Tirkiyeyê dike lewra xwêya ji vê derê tê derxistin tevlî pîşesaziyê di qada xwarinê da jî tê bikaranîn.

Xwediyê kanê Selahattîn Îlker daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li kana berê ya li Tuzlucayê û tevlî kanên nû yên li navçeyê vekirin va ew salê ji 200 tonî zêdetir xwê derdixin.

Îlker destnîşan kir ku ew xwêya derdixin him li nav welêt û him jî li dervayî welêt difiroşin û wiha domand: "Bi taybetî jî di mehên zivistanê da eleqeya li ser xwê zêdetir dibe û ji me tê xwestin û em jî bi qasî dikarin xwê temîn dikin. Herî ku teleb çêbibe divê bazara me jî mezin bibe. Em jî ji bo ku bikaribin ji bin vê yekê derkevin bi xebatkar û amûrên xwe va xwêya derdixin zêdetir dikin."

Îlker destnîşan kir ku navçeya Tuzlucayê bi saya kanên xwê va cihekî dewlemend e û wiha domand: "Li Tuzlucayê rezerva xwê zêde ye û dikare têrî Tirkiyeyê bike. Dema em hemû kanên xwê yên li welêt hesab bikin rezervên li vê derê bergîdana ji sedî 30 û yan jî 40ê Tirkiyeyê dike."

Ji xwediyên kanê Abdulhakîm Atmaca jî got ku ew di mehên zivistanê da ji ber hewcedariya bi xwêy çêdibe ew zêdetir hewl didin û dixebitin û wiha pê da çû: "Em di mehên zivistanê da ji bo ku paşve nemînin hê zêdetir xwê derdixin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.