Jiyan

Xirabeyên Aniyê yên li Qersê di binê berfê da man

Cüneyt Çelik  | 31.12.2025 - Rojanekırın : 02.01.2026
Xirabeyên Aniyê yên li Qersê di binê berfê da man Cüneyt Çelik

Kars

 Xirabeyên Aniyên yên Qersê ku di Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê da cih digirin, di rojên dawî da bi ketina berfê ra spîçîl bûn.

Xirabeyên Aniyê ku dikeve ser sînorê Tirkiye û Ermenistanê û salên dûr û dirêj mazûvaniya çand û şaristaniyên cuda kiriye, li navçeya Arpaçayê ye û ji du aliyên wê ra du geliyên kûr derbas dibin.

Anî li ser nêzî 100 hektarî ava bûye û di dîrokê da digel Tirkan bi dehan şaristanî lê jiyane. Di navbera salên 970-1320î da li Aniyê herî kêm şeş zimanên ku di navê da Ermenîkî, Yewnanî, Tirkî, Erebî, Gurcîkî û Farisî jî hene, dihatin axaftin û li vê derê Xristiyan û Misilman cînarê hev bûn.

Li bajarê kevnare berhemên mîmariya Îslamê jî hene û li Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê hatiye zêdekirin. Xirabe van rojan bi berfa ku pê xemiliye va mazûvaniya mêvanên xwe dike.

Anî wekî "bajarê dinyayê", "hêlana şaristaniyan", "hezardêr" û "bajarê çil derî" tê zanîn. Turîstên ku tên Aniyê dikarin Mizgefta Ebûl Menucehr", "Dêra Amenaprgiçê", "Anî", "Katedrala Aniyê", "Dêra Dîkran Honentz"ê, "Dêra Abugamir Pahlavuni"yê ziyaret bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın