Jiyan

Xetereya ku Karasuya hêlîna teyr û tilûran a li pêşa Çiyayê Agiriyê bibe lîlav heye

Hüseyin Yıldız  | 17.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
Xetereya ku Karasuya hêlîna teyr û tilûran a li pêşa Çiyayê Agiriyê bibe lîlav heye

Iğdır

 Qada Avî ya Karasuyê li pêşa Çiyayê Agiriyê ye û mazûvaniya ji 200î zêdetir cureyên teyr û tilûran dike, lê bi tesîra germahiya kurewî xetere heye ku ev qad bibe lîlav.

Ava Qada Avî ya Karasuyê ji tepa Çiyayê Agiriyê tê.

Bi tesîra germahiya kurewî cemeda ser tepa çiyê hingî ku veheliyane, piçûk bûne û mîna berê ava cemedê ya vehelyayî rêya xwe nabîne û têra xwe naherike qada avî. Ji ber vê yekê li qada Karasuyê rûyê avê kevz/otrofikasyon girt.

Kevzê rûyê avê girt û ava binê kevzê şêlû û qirêj bû. Li gor pisporan heke wiha dewam bike, xetere heye ku qada avî bibe lîlav.

Endama Hîndekariyê ya Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Îdirê Doç. Dr. Aysun Altikatê ji nûçegihanê AAyê ra got ku li Karasuyê sedema çêbûna kevzê guherîna herikîn û kêmbûna avê ye.

Altikatê diyar kir, ji ber ku ava cemedên ser Çiyayê Agiriyê kêm diherike, li qada avî kevz çêbû û wiha dewam kir, "Heke kevz dewam bike û tav û oksîjen negihêje avê, ew der wê demekê şûnda bibe lîlav."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.