Jiyan

Xebatkarên tenduristiyê ji bo ku xwe bigihînin nexweşan, di rê û dirbên biberf da ne

Orhan Sağlam  | 03.02.2026 - Rojanekırın : 06.02.2026
Xebatkarên tenduristiyê ji bo ku xwe bigihînin nexweşan, di rê û dirbên biberf da ne

Van

ORHAN SAGLAM - Xebatkarên tenduristiyê yên ku li Seraya navçeya Wanê wezîfedar in, di berf û bagerê da dixebitin, mal bi mal digerin û xizmeta nexweşan dikin.

15 xebatkarên tenduristiyê yên ku Navenda Tenduristiyê ya Malbatê da wezîfedar in, wekî 5 ekîban diçin hewara nexweşên ku nikarin biçin navendê, zarokên ku dema aşiya wan tê, malên wan ziyaret dikin.

Her çend zivistan be û berf û bager rêyan bigire jî xebatkar li ser wezîfeyê ne û çi qas cî û warên dûr bin jî diçinê.

Xebatkarên tenduristiyê herî dawî çûn Taxa Sirimliyê ya li ser navçeyê û nexweşên taxê miane kirin, aşiya zarokan kirin.

Doxtor Bakî Levent ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew di hefteyê da du rojan xizmeta mobîl dikin û wiha dewam kir, "Li herêma ku em lê berpirsyar in, 2 hezar û 600 nexweşên me hene, di nava salekê da me nêzî 2 hezar nexweşan ra têkilî danî."

Hemşîre Sumeyye Nur Korkmazê jî diyar kir, kesên ku nikarin werin navenda tenduristiyê û kesên ku wesayîtên wan tunene, nexweşên wan ên kal û pîr hene, ew wan li malên wan ziyaret dikin.

Îbrahîm Canê ku li mala xwe tedawî bû jî wiha got, "Rê girtî bin jî doxtorên me bi meşê tên, Xwedê ji wan razî be."

Mixtarê taxê Necdet Onler diyar kir, bi saya kontrolên bi rêk û pêk nexweşên ku zûtirî teşxîsa wan hatin danîn û tên tedawîkirin, hene û spasiya xebatkarên tenduristiyê kir.

Îlknur Barlika 59 salî jî got ku doxtor ji bo pîvana tansiyon û şekir timî tên mala wan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.