Jiyan

Xaniyên yek qatî yên li cihên bilind ên Mûşê di nav berfê da man

Ji niştecihên gund Sadullah Ozdemir: "Mal û hevşî di nav berfê da man. Ev hefteyek e gelekî berf dibare. Sitûrahiya berfê gihaşt 2 mêtroyan."

Elif Irmak  | 21.01.2021 - Rojanekırın : 22.01.2021
Xaniyên yek qatî yên li cihên bilind ên Mûşê di nav berfê da man

Muş

 Li Mûşê li cihên bilind ku hin deran sitûrahiya berfê gihaşt 2 mêtroyan xaniyên yek qatî di nav berfê da man.

Berf û pûka ku hefteyek e li bajêr dewam dike li herêmên çolwar tesîreke neyînî li ser jiyanê dike.

Li gundê Şavaşçilara 30 kîlomêtro dûrî navenda Mûşê ku lê berf dibare hin mal û hevşî bi berfê nixumîn.

Li gund welatî li kolana ku makîneya kar nikare bikevê bi derfetên xwe şiverê vedikin û van rêyan diemilînin.

Piştî ku gund bi xêliya spî nixumî dîmenên wekî qertpostalan derketin holê. Bi banên hin malan va şembelîk çêbûn.

Ji niştecihên gund Sadullah Ozdemir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku şeş mehên salê di bin berfê da derbas dikin.

Ozdemir got ku ekîbên paqijkirina berfê herdem rêyan vedikin û wiha axivî:

"Li rojhilat çîleya berfê xilas nabe. Xaniyên me jî yek qatî ne. Xanî û hevşî di nav berfê da man. Hefteyek e gelekî berf dibare. Sitûrahiya berfê gihaşt 2 mêtroyan. Xwedê alîkarê me be. Li gund jiyan zehmet bû, em bi zor û zehmetî debara xwe dikin."

Emrullah Ozdemir jî diyar kir ku li gundê wan gelekî berf hatiye û got ku "Malên me hema bêje di nav berfê da winda bûn. Jiyan hat asta rawestanê. Em pezê xwe li ser berfê xwedî dikin. Ji ber ku gundê me bilind e gelekî berf dibare. Carna heta 3 mêtroyan jî berf dibare."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın