Xaniyên kevir ên Bidlîsê bi dîmenê xwe yê payîzê va mazûvaniya hezjêkerên wêneyan dikin
Bitlis
Li Hîzana navçeya Bidlîsê gundê Uzuntaşê ku bi xaniyên xwe yên keviran hatine çêkirin va balê dikişînin, di nava rengên payîzê da mazûvaniya hezjêkerên wêneyan dikin.
Gund bi siruşta xwe ya destpêneketî, reng û rûyê xwe yê dîrokî, xaniyên xwe yên kevir ên sed salî va di her demsal xweşik e. Gund payîzê jî digel şêniyên bajêr bala mêvanên dervayî bajêr dikişîne.
Gund bi tonên zer, sor, qehweyî û porteqalî xemiliye û hezjêkerên wêneyan gund ziyaret dikin û wêneyên xweşikahiyên siruştî yên herêmê, jiyana rojane û xaniyên ku bi keviran hatine çêkirin, dikşînin.
Ramazan Ogutê hezjêkerê wêneyan diyar kir ku her çend gelek wext ji ser ra derbas bûbe jî tevna dîrokî ya gund xera nebûye.
Ogut diyar kir, ew kêfxweş in ku hatin gund û wan ji bo bibîranînê gelek wêne kişandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
