Jiyan

Xalê Alî yê Agiriyî yê ku li eskeriyê hînî xwendin û nivîsandinê bû 60 sal e helbestan dinivîse

Abdullah Söylemez  | 17.06.2025 - Rojanekırın : 19.06.2025
Xalê Alî yê Agiriyî yê ku li eskeriyê hînî xwendin û nivîsandinê bû 60 sal e helbestan dinivîse

Ağrı

 Alî Engînê 80 salî yê ku li Soganlitepeya gundê Xamura navçeya Agiriyê dijî li eskeriyê hînî xwendin û nivîsandinê bû û bi saya wê 60 sal e helbestan û rojnivîskê dinivîse.

Engînê bavê 9 zarokan ê ku li gundê Soganlitepeya 50 kîlomêtro dûrî navçeyê dijî ji ber şert û mercên heyamê nekariye biçe dibistanê.

Engîn li eskeriyê hînî xwendin û nivîsandinê bû û ji wê rojê pê va hema bêje her roj pirtûkan dixwîne.

Engîn helbesta xwe ya der barê jiyana li herêmê da nivîsand kir kitêb.

Engîn ji nîv sedsalê zêdetir e ku digel bûyerên girîng ên der barê rojeva welêt û cîhanê da roj bi roj mêvanên tên mala wî, kesên li gund dizewicin, dimirin, dergûşên nû dibin dinivîse û qeyd dike.

Engînê ku wekî "hişê gund" tê binavkirin digel emrê xwe yê pêşketî jî her roj dimeşe.

Alî Engîn ji nûçegihanê AAyê ra got ku gelekî ji jiyana gund hez dike, her roj nivîsan li rojnivîska xwe dinivîse û wiha axivî:

"Ez ji sala 1965an vir va dinivîsim. Duh mêvanên min hebûn, min ew jî nivîsand. Ez ê mêvanên îro jî binivîsim. Ez nexweşê kitêban im, kîjan kitêbê bibînim dixwînim. Ez di sala 1960î da zewicîm, di 1963yan da çûme eskeriyê û piştî 2 salan min tezkere hilda. Qet neçûm mektebê. Ez li eskeriyê hînî xwendin û nivîsandina Tirkî bûm. Gelekî meraqa min li ser xwendin û nivîsandinê hebû. Ez gelekî pirtûkên dînî û yên din dixwînim. Min piştî eskeriyê dest bi nivîsînê kir û hê jî dinivîsim."

- "Ez ê heta nefesa xwe ya dawî binivîsim"

Engîn qal kir ku gelekî ji nivîsandina helbestan hez dike û digel tiştên li gund diqewimin bûyerên girîng jî li rojnivîska xwe dinivîse û got ku "Ez hin rojan qet dernakevim derva, timî dinivîsim. Dema xemgîn dibim helbesta herî xweşik dinivîsim. Dema kêfxweş dibim jî tiştên din dinivîsim. Ez ê heta nefesa xwe ya dawî bixwînim û binivîsim. Ez dîroka vî gundî me, carîna xanim dibêje min ku 'Tu dê xwe kor bikî, çima ev qasî dinivîsî û dixwînî. Ez hîn bûme, ez çi bikim. Ez nizanim ka min çend helbest nivîsîne lê gelek hene."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın