Wênekêş û çêkerên belgefîlman li Tunceliyê li dû şopa bizinkoviyan in
Tunceli
Li Tunceliyê, kesên ku belgefîlman çêdikin û wêneyan dikşînin di nav şert û mercên dijwar ên eraziyê da hewl didin ku wêneyên balkêş ên bizinkoviyan ên ku tên parastin bikşînin.
Bizinkoviyên ku li deverên çiyayî û daristanî yên bajêr dijîn, di Lîsteya Sor a Cisnên Wan Hindik Maye Biqele ya Yekîtiya Navneteweyî ya Parastina Siruştê ya Dinyayê (IUCN) da cî digirin.
Bizinkoviyên ku bi gelemperî wek kerî tevdigerin zivistanê dema berf dibare, ji lûtkeyên 3 hezar mêtro bilind ber bi geliyên germ ên li navenda bajêr û navçeyan dadikevin.
Ji bo ku xwe ji nêçîrvanan biparêzin, li çiyayên bilind diçin û tên û bi xwarina gihayê hişk û şaxên darên berûyan hewl didin ku bijîn.
Kesên ku belgefîlman çêdikin û wêneyan dikşînin jî di şert û mercên dijwar ên eraziyê da hewl didin ku wêneyên balkêş ên bizinkoviyan bikşînin.
Kesên ku belgefîlman çêdikin û wêneyan dikşînin li geliyên Munzur û Pulumurê hin caran dibin şahidê şerê wan jî û van dîmenan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve dikin.
Wênekêş û parêzer Onur Keskîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ew dîmenê hemû heywanên kedî û kovî yên li Tirkiyeyê dikşîne.
Wênekêş Omer Taniş jî got ew 9 sal e li Tunceliyê dijî û her ku derfetê dibîne beşdarî gerên siruştê dibe.
Beyter û çêkerê belgefîlmên jiyana kovî Doganay Vural jî anî ziman ku derfeta wî çêbuye ku ew li gelek cihên dinyayê çavdêriyê bike.
Welatî Murat Akar jî got bizinkovî gelemperî li ser zinaran digerin û dema ew tên li hemberî hev ew gelekî kelecan dibe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
