Wezareta Karên Navxweyî ji ber barana gur a tê payîn ku wê li hin bajaran bibare, hişyarî da

Ankara
ANKARA (AA) - Wezareta Karên Navxweyî ji ber barana gur û taviyê ya tê payîn ku wê li hin bajaran bibare, hişyarî da welatiyan ku ew baldar û bitevdîr bin.
Li ser hesabê medyaya civakî ya NSosyalê ya Wezaretê daxuyanî hat dayîn.
Hat daxuyandin ku li gor agahiya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê, îro li Diyarbekir, Şanliurfa û bakurê Mêrdînê, Batman, Bîngol, Mûş, Bidlîs, Erzirom, Agirî, bakurê Wanê û derûdora Qersê barana gur û dem demî jî taviya bi birûsk tê pêşbînîkirin.
Li herêma Rojhilatê Behra Reş jî barana gur tê pêşbînîkirin. Tê payîn ku barana gur wê li rojhilatê Trabzonê û bakurê Rîze û Artvînê bi hêza herêmî bibare.
Ji bilî vê, li rojhilatê Behra Spî jî tê pêşbînîkirin ku baran û taviya bi birûsk bibare. Hat gotin tê pêşbînîkirin ku li derûdora Osmaniyeyê, li navçeyên peravê yên Hatayê û rojhilatê Edeneyê barana bi hêz û herêmî wê bibare.
Hişyarî hat dayîn ku welatî li hemberî lehî, birûsk, bayê xurt, zîpik, hezaz û astengiya di hatin û çûyînê da bi baldar û hişyar bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.