Mehmet Niyazi Deniz
24 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2023
Li Sêrtê hişyarî hat dayîn ku kesên nexweş, kal û pîr û zarok di roj û saetên herî germ da li ber tavê nesekinin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, li gor nirxandina dawîn a Navenda Texmîn û Hişyariyê ya Midûriya Herêma 15emîn a Diyarbekirê li herêmê ji 26 û 27ê Tîrmehê pê va germa hewayê li gor şertên demsalê wê di navbera 2 û 6 pileyan da zêde bibe.
Kesên ku nexweşiya wan a kronîk heye, kal û pîr û zarok di serî da divê welatî di navbera saet 11.00 û 16.00î da li derva ber tavê nemînin, tevdîra xwe hildin û baldar bin.