Mehmet Tosun
24 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2023
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo salvegera 100emîn a îmzekirina Peymana Aştiyê ya Lozanê peyam weşand.
Serokomar Erdogan di peyama xwe da li ser sedsala Tirkiyeyê sekinî û wiha got:
"Em wekî mensûbên miletekî ku di maziya xwe ya navdar a bi hezaran salî da gelek êrîş berteref kirine, gelek astengî derbas kirine, di gelek îxanetan da serkeftî bûye, înşeallah em ê dîsa hemû bi hev ra Sedsala Tirkiyeyê jî pêk bînin. Ji bo ku li herêma me aştî, îstiqrar, ewlehî çêbibe li qadê û li ser maseyê em ê bi armanca Tirkiyeya xurt xebatên xwe bidomînin. Mafên ku me bi Peymana Lozanê bi dest xistine em bi biryardarî diparêzin, em ê bi hemleyên nû destkeftiyên welatê xwe tehkîm bikin. Di salvegera 100emîn a Peymana Aştiyê ya Lozanê da ez avakarê Komara me Xazî Mustafa Kemal, hevalên wî yên esker, hemû şehîdên me yên ku seba îstiqlal û îstiqbala me canê xwe feda kirine, bi rehmet bibîr tînim. Qehremanên ku bi xazîtiyê muşeref bûne, wan bi hurmet bibîr tînim û dibêjim ku Rebbê min Tirkiyeyê heta hetayê payîdar bike."