Vexwarina sifreyên fitarê yên Gazîentabiyan: "Ava Sûsê"
Gaziantep
Ava Sûsê ya ku ji kokê nebata sûsê ya ku li kêleka Çemê Feratê çêdibe tê çêkirin li ser sifreyên fitarê cihê xwe digire.
Li Gazîentaba ku di qada gastronomiyê ya UNESCOyê da di nav tora "bajarên afirîner" da cî digire ava sûsê ya ku mehandinê hêsan dike li ser sifreyên fitarê yek ji wan vexwarina ye ku herî zêde tên tercîhkirin.
Kesên dixwazin ku ava sûsê ya bi poşet yan jî şûşeyan da tê firotin bikirin li ber hin kargehan dikevin dorê.

Ava sûsê ay ku lîtreya wê bi 25 lireyan tê firotin û dema av tê tevlîkirin derdikeve 2 lîtreyan bi bihayê xwe yê maqûl xitabî her kesî dike.
Mehmet Yilmazê biqasî 50 sal e bi karê şerbetê ra mijûl dibe daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku kokên sûsê yên li kêleka Çemê Feratê çêdobon berhev dkin û tînin li dikanî diemilînin.

Yilmz diyar kir ku sûs ji bêhntengiyê ra baş tê û ev gotin:
"Ava sûsê havînû mirov hênik dike. Di meha remezanê da li ser her sifreyê heye. Tenû bila paqij be. Ji ber ku di meha remezanê da vxwarina wê bûye wekî kevneşopiyekî li ser her sifrê heye. Ez êdî vî karî hînê zarokên xwe dikim. Êdî dê ew bikin. Dixwazim ku hemû Entebî ava sûsê vexwin."
Ji mişteriyan Bulent Ataseven jî diyar kir ku meha remezanî ava sûsê ji ser sifreya wî kêm nabe û got ku "Ev 40 sa l e ku ji ez ji dikana Mehmet Hoste ava sûsê dikirim. Ez ji hemû dostên xwe ra pêşniyaz dikim ku jvê tahmê biceribînin. Gelekî feydeyên wê hene. Çandeke qedîm e ku ji Osmaniyan va berdewam dike."
Ji mişteriyan Mustafa Alagoz jî diyar kir ku her remezan ava sûsê dikirin û got ku "Ez berî fitarê teqez ava sûsê dikirim û datînim ser sifreya xwe. Pêşniyazî her kesî dikim. Li ser sifreyên me miheqeq ava sûsê heye."

