UNICEF: Ji 168 milyonî zêdetir zarok salek e ji perwerdeya rûbirû mehrûm in
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 168 milyonî zêdetir zarok nikarin perwerdeya rûbirû bibînin.
New York
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 168 milyonî zêdetir zarok nikarin perwerdeya rûbirû bibînin.
Li gor rapora ku UNICEFê ya der barê bandora şewba Kovîd-19ê da ya li ser zarokan û perwerdeya wan weşand ji her 7 zarokan yek, ango 214 milyon zarok ji ber şewbê ji piraniya derfetên perwerdeya rûbirû bê par man.
Ji 168 milyonî zêdetir zarokan jî ji ber ku dibistan bi qasî salekê ye girtî ne nekarîn perwerdeya rûbirû bibînin.
Li 14 welatan dibistan ji adara 2020an heta sibata 2021ê piranî girtî man û piranî welatên li Amerîkaya Latîn û Karayîpê 98 milyon zarokên dibistanê di bin bandora vê yekê da man.
Welatê dibistan herî zêde girtî man Panama ye, piştî vî welatî El Salvador, Bangladeş û Bolîvya tê.
Dîrektora UNICEFê Henrîetta Foreyê nirxandina "Zarokên ku nikarin perwerdeya rûbirû bibînin herku diçe bêtir li paş dimînin."
Foreyê bang kir ku bila demildest pêşaniyê bidin vekirina dibistanan.
- Ji UNICEFê pêşangeha dibistana vala sendeliyên vala
UNICEF ji bo ku balê bikşîne ser zarokên ku di seranserê şewbê da ji perwerdeyê mehrûm man wek temsîla 168 milyon zarokî 168 sendeliyên vala û çenteyên dibistanê danîn baxçeya Navenda Giştî ya NYyê.