Jiyan

Traktora ku li Gola Çildirê ya ku rûyê wê cemed girtiye dixebitî binav bû

Günay Nuh  | 10.02.2026 - Rojanekırın : 11.02.2026
Traktora ku li Gola Çildirê ya ku rûyê wê cemed girtiye dixebitî binav bû

Ardahan

Traktora ku li Gola Çildirê ya ku rûyê wê cemed girtiye binav bû.

Li ser Gola Çildirê ya ku li sînorên Erdexan û Qersê ye û mehên zivistanê rûyê wê bi temamî cemed digire amadehiyên Mihrîcana Cemedê ya Krîstal a Hespê Zêrîn" dest pê kir.

Di çarçoveya amadehiyan da Şaredariya Çildirê ji bo amadekirina qadê bi traktorê dest bi xebatê kir.

Traktora ku Fatîh Uzunkaya diajot piştî ku demekî xebitî li texma mihrîcanê ya golê ji ber şikestina cemedê binav bû.

Hat hînbûn ku ji ber hewaya germ a ku van rojên dawîn bi bandor e cemed nerm bûye.

Ajokar bêyî birîndarî xilas bû û traktor jî bi temamî binav bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın