Tiriyê bitescîl ê Gazîentabê dikin mewîj û ji bo zivistanê dihêlin

Gaziantep
Li Îslahiyeya navçeya Gazîentabê, tiriyê tescîldar ê taybetî wê herêmê, ji bo zivistanê dikin mewîj.
Li Îslahiyeya di serî da li taxên Altinuzum, Bogaziçî û Yeşilyurtê, rezvan li 15 taxan, tirî didin hev û dest bi miştaxeyê dikin.
Rezvan cureyên tirî yên "Reşika Entabê" û "Tiriyê Xatûnî" radixin û di germayiyeke bi qasî 40 pileyî da xebatê didomînin.
Cureyên tirî ku di nav çavkaniyên herî giring ên dahatê yên herêmê da ne, îsal tê çaverêkirin ku berhema wan 55 hezar ton be. Piştî ku tirî radixin û dikin mewîj ji bo deverên cuda yên welêt têne şandin.
Serokê Odeya Çandiniyê ya Navçeyê Osman Erdogan ji rojnamevanan ra got ku wan berhemên tescîldar ên bajêr kirine mewîj û ji bo demsala zivistanê dihêlin.
Erdogan diyar kir ku ji ber hişkesaliyê îsal li gorî par berhem kêmtir e û destnîşan kir ku tê plankirin îsal bi qasî 400 ton rez ji bo bazara navxweyî were pêşkêşkirin.
Adem Çelikê ku li taxa Esenlerê rezvaniyê dike, tekez kir ku her sal li taxa wî nêzîkî 200 ton tirî tê hilberandin, lê îsal ev hejmar wê dakeve 40 tonî.