İbrahim Atmaca
09 Mijdar 2020•Rojanekirin: 13 Mijdar 2020
Tepa Çiyayê Agiriyê bi berfê nixumî.
Li Rojhilatê Anadoluyê hewa sar e û baran dibare. Li deverên bilind jî berf barî.
Çiyayê Agiriyê ji ber ku 5 hezar û 137 mêtre bilind e, weke "Baniyê Tirkiyeyê" tê binavkirin. Piraniya Çiyayê Agiriyê, çiyayên Erez, Zor û Candervîşê ku dikevin nav sînorên Îdir û Agiriyê, di binê berfê da man.
Ji tepa Çiyayê Agiriyê heta 2 hezar û 500 raqimî di binê berfê da ma.
Li herêmê piştî barîna berfê germa hewayê ket binê sifrê.