Jiyan

Sûlava Tortumê ji bo turîstên berê xwe didin Behra Reş bû navend

Yunus Hocaoğlu  | 17.05.2022 - Rojanekırın : 18.05.2022
Sûlava Tortumê ji bo turîstên berê xwe didin Behra Reş bû navend

Erzurum

Sûlava Tortumê ya li Erziromê ku ji bo Lîsteya Mîrata Çanda Dinyê ya UNESCOyê jî namzed tê nîşandan bala turîstên ku ber bi Behra Reş va derdikevin gerê, dikişîne.

Sûlava Tortumê li Uzundereya navçeya Erziromê cî digire û navçe di nav 11 bajarên aram ên Tirkiyeyê da ku ji alî Yekîtiya Bajarên Aram a Navneteweyî va hatibû kifşkirin da cî digire. Ava ji ku di van rojên biharê da ji Sûlava Tortumê diherike jî gure.

Sûlava Tortumê ji ber ava ji bilindahiyê diherike piştî Sûlava Vietorioya li Afrîkayê û Sûlava Nîgarayê ya li Amerîkayê li rûyê dinyayê di rêza sêyemîn da cî digire. Demekê ava sûlavê gelek kêm bûbû lê niha di van rojan da gelek mêvanên xwemalî û biyanî diezimîne.

Bi taybetî jî otobusên gerê yên tijî turîst ku berê xwe didin Behra Reş diçin sûlava li Erziromê ye û turîstan ji vê xweşiya siruştî bêpar nahêlin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.