Jiyan

Sûlava Dongelê ya çar alî hêşînayî ye behna ziyaretvanan derdixe

Sûlava Dongelê bi qasî 30 kîlometre ji navenda bajarê Qehremanmeraşê dûre û di mehên havînê da ji bo kesên ji germê aciz in navenda behnvedanê ye.

Tunahan Akgün  | 19.08.2022 - Rojanekırın : 24.08.2022
Sûlava Dongelê ya çar alî hêşînayî ye behna ziyaretvanan derdixe

Kahramanmaraş

 Sûlava Dongelê ya bi qasî 30 kîlometre ji navenda bajarê Qehremanmeraşê dûre û çar aliyê wê hêşînayiye di mehên havînê da ji bo kesên ji germê aciz in dibe navenda behnvedanê.

Cihê sûlavê bala mêvanên xwemalî û biyanî dikişîne û ji ber xweşiya xwe ya sirûştî û hînikbûnê di mehên havînê da vala namîne.

Ji Gazîenteb, Edene, Adiyaman, Riha, Hatay û Osmaniyeyê welatî tên Sûlava Dongelê ya der û dor bi dar û deviyan tijî ye û di çardaxên li ser avê hatine vegirtin da rûdinên û behna xwe derdixin.

Mêvanên ku tên dîtina Sûlava Dongelê hinek ji wan di heman demê da derdikevin gera sirûştî jî wêneyan dikişînin, çiyageriyê dikin û di dawiyê da jî tên û xwe diavêjin avê û xwe hînik dikin.

Mehmet Kupeliyê li Sûlava Dongelê û qada seyranê karsaziyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ava sûlavê ji kanî û newalên li ser gir û çiyayan e tê û wiha domand: "Bi piranî ji bajarên wek Gazîenteb, Edene, Adiyaman, Riha, Hatay, Osmaniye û Qeyseriyê mêvan tên. Di van heyaman da bi qasî 20 hezar kes hatine û welatiyên me yên ji derveyê welêt tên jî tên vê derê."

Ji welatiyan Okkeş Şahbûdakê ji Entabê tevlî malbata xwe hatibû Sûlava Dongelê got ku mirov li Entabê di bin germahiya gihîştiye 41-42 pileyî da diqele û ji bo behna wan derbikeve bi malbatî hatine vê derê.

Hasan Donerê ji heman bajarî hatibû jî diyar kir ku bajarê wan gelek germ e û ew hatin sûlavê.

Şukran Aslankayaya ji navenda bajêr hatibû sûlavê jî destnîşan kir ku hewa vê derê hînik e û ew dixwazin bila herkes bê sûlavê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.