Jiyan

Sûlava Celkanê ya li Wanê her demsal mazuvaniya mêvanan dike

Hakan Sarı  | 26.11.2023 - Rojanekırın : 29.11.2023
Sûlava Celkanê ya li Wanê her demsal mazuvaniya mêvanan dike

Van

Sûlava Celkanê ya li Çaldirana navçeya Wanê her demsal bala geştiyaran dikşîne.

Sûlava li Taxa Atlihanê bi siruşta xwe ya xweş û geş mazuvaniya ziyaretvanan dike.

Endamên Kluba Werzişên Siruştê ya Wadiyê hilkişiyan çiyayê ku bilindahiya wê 3 hezar û 100 mêtro ye û xwe gihandin sûlava ku ji 50 mêtroyan jorê dikêşe jêrê.

Serokê Klubê Omer Demez ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku sûlav bi rengên payîzê va xemiliye.

Demez anî ziman ku siruşta li vir gelekî xweş e û geştiyar tên dîtina vê derê.

Demez wiha axivî: "Rêya vê sûlava ku di nav çiyayan da veşartî maye hinekî zehmet e. Ev yek ji wan sûlavên herî mezin ên bajarê me ye. Me bi endamên klubê ra lêkolînek kir. Qasî 50 mêtroyan ji jorva tê xwarê. Me rêya xwe ya gerê diyar kir. Armanca me ew e ku em vê sûlavê û siruşthezan bînin bal hev û ji bo turîzmê bidin nasîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın