Jiyan

Şopa cewên ava ku diherike Gola Tuzla Palasê dişibin şaxên daran

Sercan Küçükşahin  | 30.03.2026 - Rojanekırın : 30.03.2026
Şopa cewên ava ku diherike Gola Tuzla Palasê dişibin şaxên daran

Kayseri

Şopa cewên avê yên ku diherikin Gola Tuzla Palasê ya li ser sînorê Sarioglana navçeya Qeyseriyê, dişibin şaxên daran.

Hewzeya Gola Tuzla Palasê li gor salên dawîn îsal ava baranê zêdetir kom kir.

Ev gol di nav deverên hesas ên ku divê teqez bên parastin da cî digire.

Ji ber zêdebûna germahiyê, berfa li dora golê heliya û ji her alî va ava berfê ji cewan ra diherike nav golê.

Ev cewên ku av tê ra diherike golê, şopên wan wek şaxên daran çêbûn ku dîmenên wan bi dronê hatin kişandin.

Gola ku bi dewlemendiya xwe ya biyolojîk va balê dikşîne, ji gelek cure çivîkan ra bûye sitargeh.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.