Somonên di avên zelal ên Bîngolê da mezin dibin li welatên cuda digihîjin ser sifreya xwarinê

Bingöl
Somonê Tirk ê di tesîsên li Gola Bendava Ozluceyê ya li Yayladereya navçeya Bîngolê da tên xwedîkirin, bo 36 welatan tên îxrackirin.
Di 13 tesîsan da deqmasî tên xwedîkirin ku di 2020î da bi piştgiriya dewletê li Qada Gola Bendava Ozluceyê ya di navbera çiyayên raqim 1700î da dimîne, hatibûn avakirin.
Di tesîsên ku sal bi sal potansiyela xwe zêdetir dikin da îsal bi xebatên hatin kirin va hilberîna somonan dest pê kir.
Masiyên piçûk ên ku wekî 5-10 gram bo qefesan tên veguhestin, piştî qedera 12 û 15 mehan mezin dibin û dibin somon.
Somonê Tirk bi destê 9 fîrmayan bo piyaseya navxweyî tê pêşkêşkirin û ji aliyê din va jî bi destê 4 fîrmayan bo 36 welatên wekî Rûsya, Holanda, Almanya, Japonya û Norwecê tên îxrackirin.
Burhan Bahadirê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li bajêr di çarçoveya projeya pêşxistina xwedîkirina berhemên avê da ji 2020î û vir va di çarçoveya telîmatên Wezareta Çandinî û Daristanê da xebat tên kirin.
Bahadir bal kişand ku piştevaniya Wezaretê xwe di warê xwedîkirina masiyan da jî nîşan dide û hilberîna masiyan di vê çarçoveyê da sal bi sal zêdetir dibe.
Bahadir her wiha diyar kir ku li qadê qedera 100 kesî hatin îstixdamkirin û wiha dewam kir, "Îsal somonên di tesîsan da hatin mezinkirin bo 36 welatan hatin îxrackirin. Em pêşbînî dikin ku bi îzna Wezaretê va li bajêr ev hilberîn dê zêdetir bibe."
Endazyarê berhemên avê Îrfan Doganê berpirsê tesîsê jî diyar kir ku wan îsal rasterast dest bi hilberîna somonan kir.
Dogan destnîşan kir ku somonên ku 1,5 kîlogramî girantir bo fabrîqeya miemeleyê tên şandin û ji wir jî tên îxrackirin û wiha dewam kir, "Saeta me ya xebatê li gorî germê diguhere. Bi gelemperî em di saet 03.00yan da dest pê dikin. Em girtina masiyan derdora saet 08.00-09.00an kuta dikin. Em rojane qedera 80 tonî somon bi dest dixin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.