Jiyan

Siruşthez meşiyan Geliyê Zoreyê

Metin Özmen  | 16.09.2025 - Rojanekırın : 17.09.2025
Siruşthez meşiyan Geliyê Zoreyê Metin Özmen

Batman

 Di Geliyê Zoreyê da ya dikeve navbera Sasona Batmanê û Qulpa Diyarbekirê, çalakiya meşê hat lidarxistin.

Bi pêşîkêşiya Nûnertiya Federasyona Çiyageriya Tirkiyeyê ya Parêzgeha Diyarbekirê û Kuluba Werzişên Siruştî ya Diyarbekirê (DÎDOSK) va 60 siruşthez meşiyan Geliyê Zoreyê ya ku dikeve navbera Sasona Batmanê û Qulpa Diyarbekirê.

Yeliz Çubana Seroka DÎDOSKê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku parastina xwezayê, erka herkesî ye û wiha dewam kir, "Bi rastî jî em li cihekê pir newaze ne, dîmen efsûnkar e û hewa jî hênik û aramîbexş e. Lê mixabin zibil wekî pirsgirêk dîsa derket pêşiya me. Siruşt ji me ra emanet e û divê em vî emanetî paqij dewrî nifşên pey xwe bikin. Lewma jî ricaya me ji ziyaretvanan ew e ku bira zibil û gemara xwe li vir nehêlin."

Eray Karahanê endamê lijneya rêveberiya DÎDOSKê jî bal kişand ku ew hersal li gelî, çalakiyê li dar dixin.

Beşdarên çalakiyê Mehmet Şirin Zengin û Kemal Aydin jî bal kişandin ku gelî, cihekî pir xweş û hênik e û lewma divê herkes biçe dîtina wê û li wir ji xwe ra bimeşe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın