Jiyan

Siruşthez li nav bedewiyên Mûşa ku di rojekê da 4 demsal lê hene, geriyan

İbrahim Yaldız  | 03.05.2025 - Rojanekırın : 05.05.2025
Siruşthez li nav bedewiyên Mûşa ku di rojekê da 4 demsal lê hene, geriyan

Muş

 Siruşthez li nav bedewiyên Mûşa ku di rojekê da 4 demsal lê hene, geriyan.

Bajar bi bedewiyên xwe yên weke şelale, rûbar, gol, zozanên xwedî floryayên dewlemend û çiyayên ku beşeke wan berf li ser maye, 4 demsalan bi hevdu ra didin jiyandin û ev yek bala geştiyaran dikişîne.

Endamên Komeleya Gavên Ciwan ku her heftî li xalên cihê cihê yên bajêr çalakiyan li dar dixin, li nava siruşta bi rengên biharê xemilî digerin û fotografan dikişînin.

Siruşthezên ku di rojekê da 4 demsalan dibînin, fotografên ku dikişînin li ser medyaya civakî parve dikin û bi vê ra danasîna bajêr jî dikin.

Siruşthezên ku vê heftiyê li ser Çiyayê Kurtikê ku raqima wê bi qasî 2 hezar û 645 e meşiyan, serdana Şelaleya Derecikê ku ji 20 metro bilindahî diherike, Gola Qulingê ya ku bi rengên biharê xemilîbû kirin û li quntarên bi berfê nixumandî temaşe kirin.

Siruşthezan agir dadan û li dora wê govend gerandin û seranserê rojê kêf kirin.

Serokê Komeleya Gavên Ciwan Sedat Ozcan ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku bi ekîbeke 40 kesî her heftî meşên siruştê li dar dixin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın