Van
Şaredariya Mezin a Wanê di çarçoveya çalakiyên çand û siruştê de li keviyên Gola Wanê çalakiya meşa siruştê li dar xist.
Meşa ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarê Civakî û Çandî ve hat lidarxistin, vê hefteyê li devera taxa Mollaqasima girêdayî navçeya Tuşbayê Girava Çarpanaxê hat kirin.
Zêdetir ji 700 siruşthezên ku destê sibehê ji qadên civanê bi wesayitan hatin guhastin, li parkura bi qasî 10 kîlometroyan ku bi xweşikiya xwe balê dikişîne meşiyan û wêne girtin.