Jiyan

Siruşthez ji bo balê bikişînin ser Gola Wanê derketin ser Çiyayê Artosê

Hakan Sarı  | 18.09.2023 - Rojanekırın : 28.09.2023
Siruşthez ji bo balê bikişînin ser Gola Wanê derketin ser Çiyayê Artosê Siruşthez ji bo balê bikişînin ser Gola Wanê derketin ser Çiyayê Artosê

Van

Li Wanê komeke Siruşthez ji bo balê bikişînin ser Gola Wanê derketin ser Çiyayê Artosê ya ku bi bilindahiya wê 3 hezar û 537 raqim e.

Komek ji endamên Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê ku ji nêzîka 50 kesî pêk tê, ji bo balê bikşînin ser giringiya golê û siruştê, li navçeya Gevaşê hatin cem hev.

Endamên komê ku li Çiyayê Artosê dest bi hilkişînê kirin, piştî rêyeke dijwar a nêzîka 6 saetan gihîştin lûtkeyê.

Siruşthez demekê li jor man û di dîmeneke bêhempa de wêne kişandin.

Di çalakiyê de Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Erenê ya Bitlîsê Dr. Cîhan Onen, anî ziman ku ji bo paqijiya Gola Wanê ew hişmendiyê çê dikin.

Onen diyar kir ku piştî hilkişîna bi qasî 6 saetan ew gihîştine lûtkeyê û got, "Di lûtkeyê de dîmeneke bi heybet a Gola Wanê heye. Divê her kes bibe şahidê vê bedewiyê."

Tuba Beyhanê jî destnîşan kir ku ew bi komeke 50 kesî çûne lûtkeyê. û got, "Di koma me de hevalên me yên nû jî hene. Hilkişîn di hin xalan de hinekî dijwar bû, lê em pir kêfxweş bûn. Ez spasiya her kesê ku ev derfet da me dikim. Ji dîmeneke bilindahiya 3 hezar û 537 raqimî re dibêjim bila 'Gola Wanê bê qirêj nemîne, şîn bimîne'."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın