Siruşthezên li Kanyona Kizilagaçê derketin meşê bi hişmendiya parastina jîngehê zibil jî kom kirin
Li Mûşê 25 siruşthezên ji pîşeyên cuda, li cihên ku her hefteyê ji xwe ra diçin meşê, zibil jî kom dikin da ku bibin wesîleya çêbûna hişmendiya parastina jîngehê

Muş
Li Mûşê komeke siruşthezan ya çû ziyareta Kanyona Kizilagaçê ya ku bi bedewiyên xwe yên xwezayî û ava xwe ya hênik va derdikeve pêş, di eynî wextî da zibil jî kom kirin da ku bibin wesîleya çêbûna hişmendiya parastina jîngehê.
Endamên Komeleya Gavên Ciwan a ku ji bo danasîna bedewiyên bajêr, çalakiyên siruştî li dar dixin, li cihên ku her hefteyê ji xwe ra diçin meşê, zibil jî kom dikin da ku di civakê da hişmendiya parastina jîngehê çêbe.
25 siruşthezên ji pîşeyên cuda yên ku berê xwe dan Kanyona Kizilagaçê ya 20 kîlometre dûrî bajêr, di newala li hafa zinaran da meşiyan û gihîştin kanyonê.
Siruşthezên ku çûn kanyonê, ji xwe ra di nav xwezayê da hem meşiyan û hem jî xwe di ava zelal da hênik kirin.
Siruşthezên li kanyona ku hewaya wê paqij û hênik e wextê xwe derbas kirin, zibilê ji ziyaretvanan mayî jî yek bi yek kom kirin.
Sedat Ozcanê Serokê Komeleya Gavên Ciwan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku salek e ew hewl didin ku bi meşa siruştî û çalakiyan va piştgiriyê bidin nasandina bajêr.
Seda Çelika meraqdara wêneyan jî wiha got, "Ez pir kêfxweş im ku li vir im. Em tevî hevalên xwe di nav xwezayê da meşiyan. Me dît ku kanyon qirêj e û lewma me piştî meşê zibil kom kirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.