Jiyan

Şirnexî li Baxçeyê Gel bêhna xwe didin

Ekrem Payan, Orhan Erden  | 02.09.2025 - Rojanekırın : 02.09.2025
Şirnexî li Baxçeyê Gel bêhna xwe didin Ekrem Payan

Şırnak

Baxçeyê Gel ê ku li Şirnexê hat vekirin, bi qadên xwe yên civakî va ji hêla welatiyan va tê ziyaretkirin.

Baxçeyê Gel ê Recep Tayyîp Erdogan 2 sal berê ji hêla Îdareya Avahiyan a Giştî ya Şirnexê (TOKÎ) va li ser qadeke 110 hezar mêtroqereyî hat avakirin û 2 meh berê jî dest bi xizmetê kir.

Ev baxçeyê li quntara Çiyayê Namazê rêyên duçerxîyan, cihên seyranê, qadên futbol û basketbolê, kafeya pirtûkan, qada lîstikê, golek û cihên bi vî rengî dihewîne.

Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand baxçeyê gel ê ku 2 meh berê hat vekirin rojê qasî hezar kesî diezimîne.

Yarka got wan di civîna xwe ya bı qasî du meh berê da biryar dane ku navê vê derê bibe Baxçeyê Gel ê Recep Tayyîp Erdogan û welatî li vir bêhna xwe didin.

Ji welatiyan Îshak Olcan û Sedat Basan jî diyar kirin ku kêfa wan ji vê derê ra tê û ji ber ku ev der hênik e ew tên vir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.