Şirnexî li Kanyona Ewilê ya li ser sînorê Iraqê ya aram bû xwe hênik dikin

Şırnak
Li Uludereya navçeya Şirnexê Kanyona Ewilê ya li ser sînorê Iraqê, bi menzereya xwe ya xweşik, geliyên xwe yên kûr û ava xwe ya cemidî va xwezahezên li bajêr diezimîne.
Kanyona 8 kîlometre dûrî gundê Ortabagê yê Uludereyê, bi aramiya xwe ya ku hat edilandin va balê dikişîne.
Kanyona Ewilê ya qedera 3 hezar metre dirêj, bi ava xwe ya bi awayekî navînî 2 metre kûr û bi 140 metre bilindahiyê va her demsal xweş û sipehî ye. Kanyon di vê serdema salê da di nava hêşînahiyê da xemiliye.
Kanyona ku bi droneê hat kişandin, bala wênekêşan jî dikişîne. Hinek seyranvan ji xwe ra pîknîkê dikin û di ava cemidî da xwe hênik dikin, hinek jî ji xwe ra di nava xwezayê da meşê dikin.
Ziyaretvan Şefîk Kara ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew mehên havînê tevî hevalên xwe di dawiya hemû hefteyan da tên Kanyona Ewilê û wiha dewam kir:
"Em tevî hevalên xwe tên soberiyê û pîknîkê. Divê herkes vê xwezaya xweşik bibîne. Em dixwazin ev der bê keşfkirin û li rotaya turîzmê were zêdekirin."
Şêniyê gundê Ortabagê Nurettin Oslu jî diyar kir ku bi saya aramiya van salên dawîn va ew êdî dikarin biçin cih û herêmên ku ew berê nikaribûn biçin ku yek ji van cihan jî Kanyona Ewilê ye.
Oslu got ku ew dixwazin kanyon li rotaya turîzmê were zêdekirin û ji bo vê jî divê peywirdar rêyeke alternatîf çêkin ku çûyîn û hatin hêsantir bibe.