Sirûşthezên ku ji bajarên curbecur hatin li hember tebîeta li Hekariyê şaş û metel man

Hakkari
Werzişvan û sirûşthezên ku ji bajarên curbecur yên Tirkiyeyê hatin û li Yuksekovaya navçeya Hekariyê li Golên Qeşayê yê Cîloyê yên li Çiyayên Cîloyê beşdarî mihrîcanê bûn li hember tebîeta li herêmê şaş û metel man.
Piştî operasyonên hêzên ewlehiyê yên sekeftî li herêmê hizûr û aramî çêbû û gelek werzişvan û sirûşthez tên serdana herêmê.
Bi alîkariya Walîtiya Hekariyê li Golên Qeşayê yê Cîloyê yên li Çiyayên Cîloyê mihrîcan hat lidarxistin.
Bi sedan werzişvan û sirûşthezên ku ji bajarên curbecur yên Tirkiyeyê hatin li herêma ku 3 hezar mêtro bilind e ketin kampê û çalakiyên curbecur yên wekî trekkîng, pereşûta berpalê, kano, soberî û siwariya duçerxeyan kirin.
Li herêma ku bala turîstên xwemalî û biyanî dikişîne werzişvan û sirûşthezên kom bûn govend girtin, sitran gotin û li hember qeşa, avgur, gol, zozan û tebîeta li herêmê şaş û metel man.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.