Şikeftên Xwê yên Îdirê yên di binê erdê da kesên ji kelekela germa havînê tengezar bûne hênik dike
Şikeftan ji serê salê û vir va 44 hezar jê di hezîran û tîrmehê da 85 hezar ziyaretvanên xwemalî û biyanî ezimandin

Iğdır
Şikeftên Xwê yên Îdirê yên 80 metre di binê erdê da di 2 mehên dawîn ên havînê da 44 hezar ziyaretvan ezimandin.
Li navçeya Tuzlucayê di Çiyayê Xwê da di nava demê da ji ber derxistina xwê, galerî çêbûn û di demsala havînê da jî hundirê van galeriyan hênik dibe. Lewma jî di kelekela germa havînê da ev galeriyên hênik eleqeyeke zêde dibînin.
Şikeftên ku bi xebata hevbeş a Walîtiya Îdirê û Qaymeqamtiya Tuzlucayê bi navê "Navenda Terapiyê ya Xwê" ji bo ziyaretên turîstîk hatin vekirin, ji çaraliyê welêt û her wiha ji dervayî welêt ziyaretvanan diezimîne.
Şikeftên ku bi armanca turîzma tenduristiyê tên ziyaretkirin, dibin pêgeha kesên ji kelekela germa havînê tengezar bûne.
Şikeftên ku 80 metre di bin erdê da ne, li derva germahî zêde bibe jî germahiya hundir herî zêde derdikeve 12 pileyan.
Şikeftan ji serê salê û vir va 44 hezar jê di hezîran û tîrmehê da 85 hezar, ji 2021an û vir va jî 400 hezar ziyaretvanên xwemalî û biyanî ezimandin.
Ziyaretvan Dagistan Guneş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew ji dervayî welêt ji bo gerê hatin Qersê û ji ber navdariya wê, wan Şikeftên Xwê yên Îdirê jî ziyaret kirin.
Guneş bal kişand ku ew ji ber ferqa germahiya şikeftan pir heyirî man û wiha dewam kir, "Derva 35 pile ye, vir 5 pile di bin sifirê da ye, hewaya wê pir xweş e. Ezê ji bo hemû hevalên xwe pêşniyaz bikim."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.