Jiyan

Serokomar Erdogan li Stenbolê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Kayacikê

Kaan Bozdoğan  | 20.02.2026 - Rojanekırın : 20.02.2026
Serokomar Erdogan li Stenbolê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Kayacikê

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan bûn mêvanê sifreya fitarê ya malbata Kayacikê.

Serokomar Erdogan bi xanima wî Emîne Erdoganê ra mala Alî û Miyase Kayacikê yên ku li Beyogluyê îkamet dikin ziyaret kir.

Erdogan silav da welatiyên ku li dora malê hezkirina nîşanî wî dan.

Erodgan bi endamên malbatê yên ku li ber derî pêşwaziya wî kirin ra sohbet kir, ji ber ku hîn bû ku Mustafayê kurê mezin ê malbatê nexweş e got ku Xwedê şifayê bide û telîmat da ku tedawiya wî ji nêz va bê şopandin.

Serokomar Erdogan diaya sifreyê kir û Bîlalê kurê malbatê yê biçûk jî got ku "Rebbê min qebûl bike, amîn."

Erdogan bi malbatê ra fitirî û got hêvî dikim ku Remezanê Şerîf ê ku serê wî rehmetî nîvê wî mexfiret û dawiya wî xilasiya ji ezaba cehnemê ye bibe wesîleya xêrê.

Serokomar Erdogan dema ji malê derket bi welatiyên ku li ber derî li benda wî bûm û dirûşme berz kirin û hezkirina xwe nîşan dan ra jî sihbet kir û wêne kişandin. Erdogan wir du pitikên li ber milê dê û bavê xwe bûn jî hez kir.

Serokbajarê Stenbolê yê AK Partiyê Abdullah Ozdemîr û xanima wî Nîhal Ozdemîr jî bi Serokomar Erdogan ra malbat ziyaret kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.