Serlêdanên qursên Quranê yên havînê sibê dest pê dike
Ankara
Serlêdanên qursên Quranê yên havînê yên ji hêla Serokatiya Karên Diyanetê tên meşandin, sibê dest pê dikin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê serlêdan wê li mizgeft û qursan an jî li ser malpera înternetê "www.diyanet.gov.tr"yê heta 11ê tîrmehê bên kirin.
Zarok û ciwanên temenê wan di navbera 4-22yan da ne wê qeydên xwe çêkin.
Malbatên zarokên wan di navbera 4-9 salî da ne wê herin qursa herî nêzîk qeyda wan çêkin, an jî li ser înternetê wê zarokên xwe qeyd bikin. Tenê ev zarok wê rûbirû perwerdeyê bibînin.
Malbatên zarokên wan di navbera 10-15 salî da ne jî wê herin qursa herî nêzîk qeyda wan çêkin, an jî li ser înternetê wê zarokên xwe qeyd bikin. Li gor daxwaza wan zarok wê rûbirû an jî li ser internetê perwerdeyê bibînin.
Ciwanên temenê wan di navbera 16-22an da ye jî wê qeyda xwe li ser înternetê çêkin û perwerdeyê jî li ser înternetê bibînin.
Astengdarên temenê wan 7 û jê mezintir e jî wê bikaribin serî lêdin.
Di qursan da her roj agirê zarokan wê bê pîvan û heke nexweşî bê tesbîtkirin ew ê wan bişînin nexweşxaneyê.
Qursên Quranê wê di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da perwerdeyê bidin.
Qurs wê di 5ê tîrmehê roja duşemê dest pê bikin û 20ê tebaxê roja înê dawî bibin.