Jiyan

Şelaleya Tokluyê qerimî û dîmeneke xweş derket meydanê

Şelale 6 kîlomêtre dûrî navçeyê li gundê Tokluya Jêrîn e û ji cihekî 12 mêtre bilind ra tê xwarê, niha jî bi qermê ra şembelûk pê va daliqiyan û dîmenên xweş derketin meydanê

İbrahim Atmaca  | 23.01.2020 - Rojanekırın : 27.01.2020
Şelaleya Tokluyê qerimî û dîmeneke xweş derket meydanê

Ağrı

Şelaleya Tokluyê ya li Ava Kevir (Taşliçay) a navçeya Agiriyê ye û seba çiyagerî û sporên zivistanê tê tercîhkirin, bi temamî qerimî.

Şelale 6 kîlomêtre dûrî navçeyê li gundê Tokluya Jêrîn e û ji cihekî 12 mêtre bilind ra tê xwarê. Bi qermê ra şembelûk pê va daliqiyan û dîmenên xweş derketin meydanê.

Çûyîn û hatina şelaleyê hêsan e û di salên dawîn da bi taybetî bala çiyager û kesên ku sporên hilkişînê ra eleqedar dibin, dikşîne.

Şelaleya Tokluyê qerimî û dîmeneke xweş derket meydanê

Şêniyên herêmê li kêleka şelaleyê dimeşe û wêneyan dikşînin.

Ji welatiyan Yusuf Sarikaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku her sal gelek turîstên xwemalî vê derê ziyaret dikin.

Sarikaya diyar kir divê danasîna vê "bihuşta veşartî" zêdetir were kirin û wiha dewam kir: "Li herêmê zivistan dijwar derbas dibe, lê ji aliyekê va jî xweşikahiyên bi vî rengî bi xwe ra tîne. Şelale her sal diqerime. Em û heval jî tên vê derê û wêneyan dikşînin. Zivistanê çiyager tên vê derê û pê va hildikişin. Em havînê jî seba geşt û seyranê tên vê derê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.