Şelaleya Susuzê ya li Qersê piştî berf û baranê gurtir diherike

Kars
Şelaleya Susuzê ya li Qersê piştî berf û baranê gurtir diherike.
Şelaleya Susuzê ya li ser rêya Qers-Erdexanê ku avê wê ji 75 metro bilindahiyê va diherike, mazûvaniya siruşthez û fotograferan dike.
Qada Mesîreya Şelaleya Susuzê ku di çarçoveya projeya Qaymeqamtiya Susuzê da hat çêkirin, welatî ji bo seyranê tênê û seyranê dikin.
Welatî tên temaşeya şelaleyê û fotografan digirin.
Vural Uygurê ku hatiye seyranê ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku ew mamoste ye û weke hobî fotografan digire û got, "Ez wêneyên bedewiyên siruştî yên bajêr digirim û parve dikim. Hatine vêderê pir zehmet nîn e. Ev qada mesîreyê gelek'i xweş e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.